Stargeha koçberan dibistana xwedenkaran

Li çend refên dibistana Şehîd Avesta xwendekar xwendina xwe didomînin. Li refên din ên dibistanê jî koçberên ji Şehbayê hatine jiyana xwe rojane dimeşînin. Li yek mekanê dibistan him dibe cihê xwendina xwendekaran û him jî stargeha koçberan.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Hesekê – Piştî ku Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst ji Idlîbê êrîşî bajarê Helebê kir, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî êrîşî Şehba û Til Rifetê kirin. Bi hezaran Efrînî yên ji ber dagirkeriyê koçber bûbûn, li Şehba û Til Rifetê dijiyan. Li gor daneyên fermî 120 hezar Efrînî û şêniyên Til Rifetê, ji hêrêma di bin dorpêça çeteyên dewleta Tirk de, berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

14 hezar û 304 xwendekar ji Şehbayê koçber bûn

Li aliyek şer û encamên wê yên dijwar, li aliyê din jî perwerdehî berdewam in. Bi hezaran zarok ji ber êrîş û dagirkeriyê koçber bûn, pêvajoya wan a perwerdehiyê asteng bû, hinek ji wan jî nekarîn xwendina xwe bidomînin. Li gor amaran 14 hezar û 304 xwendekarên ji Şehbayê koçber bûne. Gelek ji wan jî nikarin perwerdehiya xwe bidomînin.

Dibistana Şehît Avesta bû stargeh û dibistan

Gelek malbatên koçber li malan bi cîh bûn. Lê hin malbat jî hê li dibistanan jiyana xwe didomînin. Dibistana Şehît Avesta ya li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê, yek ji wan dibistanan e. Ev dibistan, ji bo koçberan bûye stargeh û ji bo xwendekaran jî bûye cihê perwerdehiyê.  

Di her refekî de du aliyên berxwedanê

Dibistan bûye cîhê perwerdehiya ji refên cûda yên asta xwendinê. Li van refan gelek ders tên dayîn. Di hin refan de malbatên ji Şehbayê koçber bûne, dimînin. Li aliyê din jî di hin refan de xwendekar û mamoste bi baldarî dersê xwe didin û guhdarî dikin. Li dibistana ku 17 refên xwe hene ji refa yekan heyanî refan 11’an perwerde tê dayîn. Ji ber ku refên zêde tunene, xwendekarên beşa Jineolojî li hewşa dibistanê li quncikek dersa xwe dibînin. Her çiqas zehmetiyên xwe hebin jî, nifşên ku pêşeroja Şoreşa Jinan bi xwendina xwe ya îroyîn dihûnin, bi baldarî li dersên xwe guhdarî dikin.

Li refên din ên 15 malbat lê bi cih bûne jî karûbarên jiyanê yên rojane didome. Dayikên ku siharê radibin û karê xwe yê rojane dikin, zarokên ku li hewşa dibistanê lîstokan dilîzin û jiyana rojane ya ku diherike dewam dike. 15 malbat bi dorê li korîdora dibistanê li ser ocaxa ku hatiye dayîn xwarina çêdikin. Gelek caran jî çi karê jiyanê hebe hemu jin bi hev re dikin. Ji karê xwarin çêkirinê heyanî şûştina cil û bergan jinên ku ji Şehbayê koçber bûne mil didin hev û barê jiyanê bi hev re radikin.

Berxwedana xwendekar û mamosteyan jî tê dîtin

Êrîşên dagirkeriyê hewl dide ku mîna gelek aliyên jiyanî, di qada perwerdehiyê de jî astengiyan ava bike. Heta xwendinê rawestîne jî. Lê belê bi rastiya ku em li vê dibistanê bûn şahidê wê, bi qasî berxwedana malbatên ku ji ber dagirkeriyê koçber bûne, xwendekar û mamoste jî di nav berxwedanê de ne. Lewra sînorên mîna hebûna refekî bi rêk û pêk, nas nakin. Her goşeyek dibistanê an jî cihê ku bikaribin lê rûnên, vediguherînin qada perwerdehiyê.

Lewra jî gengaz e ku mirov du aliyên berxwedanê li yek mekanê ango li Dibistana Şehîd Avesta bibîne.

Her çiqas em ji dibistanek derketin rê û me xwest vê rastiyê carek din bînin ziman jî, em dizanin ku 13 salên Şoreşa Jinan ku bi her awayê berxwedan lê vedije, bi nimûneyên mîna vêya dagirtî ye.